Li Efrîna li bakurê Sûriyeyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin, di êrîşê da 6 sivîl hatin kuştin û 25 sivîl jî birîndar bûn.
Li herêma pîşesaziyê ya li Efrînê bombeya di wesayîtê da hatibû bicîkirin înfilaq kir.
Di êrîşê da 6 sivîl hatin kuştin û 25 sivîl jî birîndar bûn.
Ditirsin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyê.
Teqîn ji hemû aliyên Efrînê hat bihîstin, ekîbên agirkujiyê midaxeleyî şewatê kirin.
Hêzên ewlekariya herêmî li dewsa bûyerê lêkolîn kirin, li ser îhtimala dibe ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe disekinin.
Navenda Efrînê di 18ê adara 2018an da bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû xilaskirin.AA