Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Resûleynê ya di destê mixalifên eskerî da bi motorsîkleteke bombebarkirî va êrîşeke terorê hat kirin, 5 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûn.
Li navçeya Resûleynê ya bi destê Artêşa Turkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan hat paqijkirin li bazara sebzeyan teqînek çêbû.
Bombeya ku di motosîkletekî da hatibû bicihkirin teqûya. Jê 2 zarok 5 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûn.
Rewşa birîndarekî giran e û ew sewqî Turkiyeyê hat kirin.
Di êrîşê da kargehan jî zirar dît.
Hêzên ewlehiyê der barê bûyerê da lêkolîn dan destpêkirin û difikirin êrîş ji hêla YPG/PKKyê va hat destpêkirin.
Navenda Resûleynê di 12ê Cotmeha 2019an da bi Hereketa Kaniya Aştiyê va ji terorê hatibû paqijkirin.
YPG/PKK li Eyn Îsa û Tel Temirê gelek caran êrîşî Resûleynê û Tel Ebyadê dide.AA