Êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû: 26 kes hatin definkirin

26 kesên ku di êrîşa terorê ya li Christchurcha bajaroka Zelandaya Nû biribûn ser du mizgeftan da hatibûn kuştin hatin definkirin....

Êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû: 26 kes hatin definkirin

26 kesên ku di êrîşa terorê ya li Christchurcha bajaroka Zelandaya Nû biribûn ser du mizgeftan da hatibûn kuştin hatin definkirin.

Li gor xebera New Zeland Heraldê piştî nimêja cinaze ya komî li Goristana Memorîal Parkê ya li Christchurchê merasim hat lidarxistin û 26 kes hatin definkirin. Hat diyarkirin ku bi hezaran kes beşdarî merasima cinazeyan bûn.

Micahîd Îbrahîmê 3,5 salî yê qurbanê herî piçûk ê êrîşê jî îro hat definkirin.

Piştî êrîşa terorê ya li Christchurcha bajaroka Zelandaya Nû biribûn ser du mizgeftan û tê da 50 kes hatibûn kuştin û 50 kes birîndar bibûn îro îna ewil bû, ji bo piştgiriyê bidin Mislimanan azana înê di Radyo Zelandaya Nû (RNZ) û Televizyona Zelandaya Nû (TVNZ) da hatibû dayîn.

Jacînda Arderna Serokwezîra Zelandaya Nû beşdarî nimêja înê ya li Hagley Parkê hatibû kirin bibû. Ardernê bi hedîseke Hezretî Pêxember va dest bi axaftina xwe kiribû û gotibû, "Mihemedê Pêxember dibêje ku 'bi şewqet, merhemet û sempatiyê va kesên bawer kirine wekî bedenekê ne. Dema parçeyekê bedenê biêşe hemû beden êşê dikişîne.' Zelandaya Nû bi we ra ye. Di şînê da em gişt yek in."

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE