Êrîşên asîmanî yên li ser Îdlibê

Di êrîşên asîmanî de li nexweşxane û ambulansan jî xistin.

Êrîşên asîmanî yên li ser Îdlibê

Hêzên Esed li Îdlibê nabêjin zarok e, jin e, extiyar e û bi êrîşên asîmanî jiyana sivîlan sero bino dike. Ji ber êrîşan xizmetên tenduristiyê jî zerar dît. Hemû nexweşxaneyên herêmê hatin valakirin. Li Bakurê Îdlibê jî nexweşxane heta devê xwe tijî ye û bi zor û zehmetî xizmetê didin.

Balafirên şer ên rejîmê li nexweşxaneyan dixin.

Li başûrê Îdlibê, di êrîşên dawî de 6 navendên tenduristiyê û nexweşxaneyek xera bû.

Nexweş û xebatên tenduristiyê hatin sewqkirin nexweşxaneyên li bakur ên nêzî sînorê Tirkiyê.

Nexweşxaneyên li bakur û navenda Îdlibê jî bi zor û zehmetî xizmetê didin nêzî çar milyon mirovan.

Nexweşxaneya Babul Hevayê ya nêzî sînora Tirkiyê jî yek ji van nexwexaneyan e.

Nexweşxaneya ku tê de cihê 75 kesan heye, piştî van êrîşan niha 110 nexweş bi şev û roj tê tedawî dibin.

Yên ku ji herêmên bombekirî hatine, hêj jî nehatine ser hemdên xwe.

Di hefta dawî de em jî rastî êrîşan hatin. Êdî tenê êrîşî kesên li kuçe û kolanan nakin, emana canê me jî tune bû. Me derman û ekîpmanên xwe bar kir û derket rê.

Min digot ez dev ji mala xwe bernadim. Lê rojek bombebaraneke wiha dijwar hat ku me got qey zelzele ye. Refên li dîwar bi ser kurê min ve hatin. Me wê rojê bi lez ji malê derket û cardin jî venegeriya.

Ahmetê 5 salî ku di binê refan de ma, ji ber ku ji duxana bombeyan aciz bûye bi rehetî nikare bêhna xwe bide û bistine.

Ahmet Emînê ku ji gurçikên xwe nexweş e, ji bo diyalizê çûye Maaratun Numanê, lê ji ber ku nexweşxane hilweşiyaye hatiye vê derê.

Zeyneba ku ew jî ji gurçikê xwe nexweş e, ji bo tedawiya xwe bi dayika xwe re ji Maaratun Numanê hatine.

Di êrîşan de bi hezaran mirov canê xwe didin, lê ji aliyekî jî li Îdlibê yên ku çavê xwe vedikin dinê jî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE