Êrîşên bibombe yên li Kerkûkê : birîndar wê li Tirkiyeyê tedawî bibin

Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşat Salihî li Mizgefta Mezin a li keleha Osmaniyan a li Kerkûkê nimêja terewîhan kir û paşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Salihî got, "Kesên ku di teqînan da giran birîndar bûn, wê li Tirkiyeyê tedawî bibin."

Êrîşên bibombe yên li Kerkûkê : birîndar wê li Tirkiyeyê tedawî bibin

Li Kerkûka bajarê Iraqê di 29ê gulanê da li pey hev 6 êrîşên bibombe hatin kirin û kesên ku di van êrîşan da birîndar bûn, wê li Tirkiyeyê tedawî bibin. 

Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşat Salihî li Mizgefta Mezin a li keleha Osmaniyan a li Kerkûkê nimêja terewîhan kir û paşê daxuyanî da.Salihî got, "Kesên ku di teqînan da giran birîndar bûn, wê li Tirkiyeyê tedawî bibin."

Salihî diyar kir ku Tirkiyeyê cardin piştgirî da û ligel Iraqiyan e.

Salihî destnîşan kir, piştî kifşkirina birîndarên ku wê li Tirkiyeyê werin tedawîkirin, wê di demeke kin da bişînin nexweşxaneyên Tirk.

Di 29ê gulanê da li Kerkûkê deverên cuda pey hev 6 êrîşên bibombe hatibûn kirin û tê da 4 kes miribûn, 15 kes birîndar bûbûn.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE