Êrîşên hêzên rejimê didomin: 4 kuştî

Li navçeya Cîsir eş Şuxûra ku dikeve nav sînorên Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê, êrîşa esmanî hat kairin û 4 sivîl hatin kuştin

Êrîşên hêzên rejimê didomin: 4 kuştî

Li navçeya Cîsir eş Şuxûra ku dikeve nav sînorên Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê, êrîşa esmanî hat kairin û 4 sivîl hatin kuştin.

Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsiv daxuyanî da û got ku li navçeya Cîsir eş Şuxûrê êvarê êrîş hat kirin û ekîba parastina sivîlan got ku balafireke şer navçe kir hedef.

Hec Ûsiv diyar kir ku yek jê dildarê parstina sivîlan 4 kes hatin kuştin, 2 dildarên parastina sivîlan jî giran birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya mala çavdêriya balafiran a mixalifan hat dayîn jî balafira şer a Ûris a SU 34ê ji balafirgeha Himeymîmê rabû û êrîşî navçeya Cîsir eş Şuxûrê kir.

- Êrîşên hêzên rejimê didomin

Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan ji serê sibehê va bi topan êrîşî ser navçeyên Xan Şeyxûn û Serakîbê, gundên Maarşûrîn, El Naciyye, Tel Mennîs û Der El Şarkiye, li bakurê bajarê Hamayê navçeyên Latamîne, Kefer Zîtayê dike.

Ji aliyekî din va jî hat gotin ku balafirên şer ên rejima Esed jî êvarê dest bi êrîşên esmanî kir.

Di êrîşên ku nav rojê hatin kirin da kesek hatibû kuştin. Piştî êrîşa dawîn di rojekê da 5 kes hatin kuştin, 7 sivîl birîndar bûn.

Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 116 sivîl hatin kuştin û ji 342yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe.

Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşve kişandibûn. 

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE