Hat ragihandin, ji duh bi şev vir va di êrîşên hêzên Rûs ên dijî paytextê Ukraynayê Kîevê da 4 kes hatin kuştin.
Şerê Rûsya û Ukraynayê ket roja 28emîn û êrîşên hêzên Rûs ên dijî Kîevê didomin.
Di êrîşên hêzên Rûs ên dijî semtê Nyvkyê da 2 malên musteqîl şewitîn, kavil bûn. Her wisa camên hin malên nêzîk jî şikestin.
Ji aliyekî din va li gorî nûçeyên çapemeniya Ukraynayê, li Kîevê ji duh bi şev vir va navendên danûsitandinê jî di nav da hin herêm bûn hedefa hêzên Rûs.
Hat destnîşankirin, di êrîşên li Kîevê da herî kêm 4 kes hatin kuştin.
AA