Êrîşên Rejimê yên li Îdlib û Hamayê: 38 sivîl kuştin

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser malpera înternetê ya Parastina Sivîlan hat dayîn jî rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan di heyama navborî da li deverên çiyayî yên Îdlibê yên sivîlan 11 jê jin, 13 jê zarok bi tevahî 35 kes kuştin, 9 jê jin, 22 jê zarok bi tevahî 75 sivîl birîndar kirin.

Êrîşên Rejimê yên li Îdlib û Hamayê: 38 sivîl kuştin

Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê di navbera 12-20ê sibatê da êrîşên ser cî û warên sivîlan ên nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" zêde kirin û di êrîşan da 38 sivîl mirin û 100 sivîl birîndar bûn.

Serokê Parastina Sivîlan (Baretspî) Raîd Salih daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên rejima Esed li bajarê Hamayê di navbera 12-20ê sibatê da di êrîşên li ser cî û warên ku di kontrola mixalifan da ye 2 jê jin 3 sivîl kuştin, 5 jê jin 5 jê zarok bi tevahî 25 sivîl birîndar kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser malpera înternetê ya Parastina Sivîlan hat dayîn jî rejima Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan di heyama navborî da li deverên çiyayî yên Îdlibê yên sivîlan 11 jê jin, 13 jê zarok bi tevahî 35 kes kuştin, 9 jê jin, 22 jê zarok bi tevahî 75 sivîl birîndar kirin.

Di êrîşên ku di nav 9 rojan da li dijî bajarên Îdlib û Hamayê hatin kirin da 13 jê jin, 13 jê zarok bi tevahî 38 sivîl hatin kuştin, 14 jê jin, 27 jê zarok bi tevahî 100 sivîl birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin, êrîşên ku di demên dawîn da zêde bûn û cihên sivîlan dikin hedef sûcê şer e, binpêkirina agirbesta welatên garantor e û pêşî li ber pêvajoya siyasî digre.

Her wiha hat gotin ku divê li Îdlibê nêzî 4 milyon sivîl werin parastin û bang li welatên garantor hat kirin ku zextê bisin ser hêzên rejimê.

Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe. Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşvekişandibûn.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE