Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin: 12 kuştî

Rejima Beşar Esed li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê cihê bazarê jî di nav da êrîşên ji hewayê û bejayê bir ser gelek cî û warên sivîlan. Li gor tesbîtên ewil ji ber êrîşan 12 sivîl hatin kuştin.

Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin: 12 kuştî

Hêzên rejimê ji nîvro va ji hewayê û bejaêrîş birin ser bajaroka Bîdamayê û gundê Maasaranê, gundên Maar Şemşe, Maar Şîmarîn, Til Mennîs, Dêr Şarqê, Maar Şurîn, Xadefeyê.

Li gor tesbîtên ewil ên ekîbên Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) li Bîdamayê 6, li gundê Maasaranê li cihê bazarê 4, li Kenayes û Til Minnîsê kesek bi tevahî 12 sivîl hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrîşan da gelek sivîl birîndar bûn, di nav kuştiyan da zarok jî hene.

Bombebaran didomin, ditirsin ku jimara kuştiyan zêde bibe.

Ekîbên Parastina Sivîlan ên ku hatin cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Piştî êrîşan gelek sivîlan malên xwe terikandin û dest bi koça ber bi xeta sînorê Tirkiyeyê û herêma Herekata Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê yên ku ewledartir in, kirin.

Ji mutebaqata ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Jimara kesên ku ji herêmên ku lê êrîş zêde ne koçî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê û herêmên ewledar kirin jî di sala dawîn da ji milyonekî borî.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE