Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin

Di êrîşên rejima Esed ên dijî wargehên sivîl ên li devera çil û çiyayên li başûrê Îdlibê da sivîlek hat kuştin, sê sivîl jî birîndar bûn

Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin

Di êrîşên rejima Beşar Esed ên bi topxane, roket û hawinan ên dijî wargehên sivîl ên li devera çil û çiyayên li başûrê Îdliba li rojavayê bakurê Sûriyeyê da sivîlek hat kuştin, sê sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê duh nîvê şevê bi topxane, hawin û roketan va êrîşî gundên Marithirme, Et Tuh, Xas û Kefer Awîd ên li başûrê Îdlibê kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, duh nîvê şevê di êrîşa dijî gundê Îdlibê Kefer Awidê da sivîlek hat kuştin û sê sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên asîmanî û bejayî yên rejima Esed û hevalbendê wî Rûsyayê yên dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da ji serê mehê vir va ji 20î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Ji rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da 17ê Îlona 2018an da hat îmzekirin û vir va li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Hejmara kesên ku ji ber êrîşan koçî ciyên aramtir û nexasim deverên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê kirin jî gihîşt milyonek û 42 hezarî.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2019, 11:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE