Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin

Di êrîşên hêzên rejimê ku ji artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî ên Îran li pişt wan e pêk tê yên dijî deverên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da herî kêm 11 sivîl hatin kuştin, ji 40î zêdetir sivîl jî birîndar bûn

Êrîşên rejima Esed ên dijî Îdlibê didomin

Li Sûriyeyê di êrîşên hêzên rejima Beşar Esed ên dijî deverên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da herî kêm 11 sivîl hatin kuştin û ji 40î zêdetir sivîl jî birîndar bûn. 

Hêzên rejimê ku ji artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî ên Îran li pişt wan e pêk tê li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" bi roketan êrîşî navçeyên Îdlibê Maretînuman, Seraqib û Kefrenbîl, gundên wê Marethirme û Til Menîs, navçeya Kefer Zîta ya Hemayê, bajarokên li Deşta Gabê El Hawiz, El Huweyce, El Şerîa û Keleha Madîk kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, di êrîşan da li gundê El Neyreb ê li başûrê Îdlibê herî kêm 7, li gundê El Huweyn jî sivîlek hatin kuştin û ji 24an zêdetir sivîl jî birîndar bûn.

Serê sibehê di êrîşa dijî navçeya Seraqib a li başûrê Îdlibê da jî 3 sivîl hatibûn kuştin.

Bi vî awayî hejmara kesên ku nava rojê di êrîşan da hatin kuştin, derket 11an û herî kêm 40 sivîl jî birîndar bûn.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên Parastina Sivîlan berdewam e. Herwiha tirs heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Di êrîşên rejima Esed, komên terorîst ên biyanî ku Îran piştevanê wan e û Rûsyayê yên meha adarê da li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" bi tevahî 135 sivîl hatibûn kuştin.

Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE