Li Sûriyeyê di êrîşên hêzên rejima Esed birin ser wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da sivîlek hat kuştin.
Artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriya wan dike piştî nîvro bi top û roketan êrîşî Kefer Zîta û Latamneya navçe û Hawaşa gundê li deşta Xabê ya Helebê û Abidîn û Qasabiyeya gundên Îdlibê kirin. Hemû herêm di nav sînorê "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ne.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hatin sitandin, sivîlek hat kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Ekîbên Parastina Sivîlan di nav enqazê da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Li gor agahiyên ji mala çavdêriyê ya mixalifan hatin sitandin, teyareyên şer ên Rûsyayê jî ji hewayê êrîşî girê Eyub Pêxember ê li Çiyayê Zawiyeyê ku navçeya Îdlibê ne kirin. Di vê êrîşê da mirî an jî birîndar tunin.
- Li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" bîlançoya bixun
Li gor rapora Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), hêzên rejimê, komên terorîst ên di piştgiriya Îranê da û Rûsyayê di êrîşên meha adarê da 135 sivîl kuştin. Hêzên rejimê li Îdlibê 34, li Helebê 16, li Hemayê 9 kes li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" bi tevahî 59 sivîl kuştin.
Hêzên rejimê ligel mitebeqata Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an a ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo qewînkirina agirbesta li Îdlibê îmze kiribûn êrîşên xwe didomînin. Li gor peymana Astanayê garantorê rejima Esed Rûsya ye û wezîfeya wê ye ku pêşî li êrîşên wê bibire.
Mixalifên eskerî jî li gor mitebeqata Soçiyê di 10ê cotmeha 2018an da sîlahên xwe yên giran ji herêmê kişandibûn.
AA