Êrîşên rejima Esed û Rûsyayê: 8 sivîl hatin kuştin

Di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li herêma Îdlibê da 8 sivîl hatin kuştin

Êrîşên rejima Esed û Rûsyayê: 8 sivîl hatin kuştin

 Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê birin ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da bi tevahî 8 sivîl hatin kuştin.

Li gor mala çavderiya teyareyan a mixalifan, teyareyên şer ên Rûsyayê êrîşî çil û çiyayên rojavayê Helebê kirin û wargehên navçeyên li Maraat Etarib, Etarib, Kefer Naha, Ebzimo, Urim el Kubra, Kuptan el-Cebel û Erîhaya İdlibê xistin hedef.

Rejima Esed jî bi topan êrîşî Etarîb û Kuptan el-Cebelê kirin.

Êrîşa Rûsyayê ya ser Maraat Etarîbê da 5 sivîl hatin kuştin, di êrîşa bi topan a rejima Esed da jî li Etarîbê 2 sivîl li Kuptan el-Cebelê sivîlek hatin kuştin.

- Peymanên Astanayê û mitebeqata Soçiyê binpê kirin 

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir da di destê mixalifan û komên çekdar ên li dijî rejimê da ye. Serjimara navenda Îdliba di sala 2015an da bi tevahî kete destê mixalifan bi koça navxweyî va derkete 4 milyonî. Rejim herî zêde êrîşî vê herêmê dike.

Ji mitebeqata Soçiyê vir da di êrîşên ser Îdlibê yên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir da hejmara kesên koçî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê kirin jî derkete milyonek û 794 hezar kesî.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE