Êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê: ji ber êrîşan 220 kesan can da

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin 63 jê zarok derket 220an

Êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê:  ji ber êrîşan 220 kesan can da

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin 63 jê zarok, 36 jê jin derket 220an.

Artêşa Îsraîlê li dijî Xezeya ku zêdeyî 2 milyon însan lê dijî, êrîşên xwe yên asîmanî û bejayî didomîne. 

Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê ber êvarê êrîşên giran birin ser herêmên Xan Yûnis û Refahê yên li başûrê Xezeyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat diyarkirin, di êrîşên Îsraîlê yên dijî başûrê Xezeyê da kesekî din jî hat kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlê herî dawî li navîn û rojhilatê Xezeyê êrîşî du malan kir, lê heta niha agahî nehat wergirtin ku di êrîşan da kuştî û birîndar hene an na.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê ya berî niha da hatibû ragihandin, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 217an.

Hatibû ragihandin, ji kesên hatin kuştin 63 jê zarok û 36 jê jî jin in û hejmara birîndaran jî derket 1500î.

Ji aliyekî din va komên berxwedana Filistînê jî wekî bersiv ji Xezeyê roketan diavêjin Îsraîlê.

Ji destpêka rageşiyê û heta niha ji ber roketan li Îsraîlê 12 kes hatibûn kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE