Êrîşên Îsraîlê zirarek mezin da Xezzeyê

Wezareta Xebat û Îskanê ya Filistînê yê li Xezzeyê daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da hezar û 252 avahiyan zirar dît û 77 avahî jî hilweşiyan

Êrîşên Îsraîlê zirarek mezin da Xezzeyê

Wezareta Xebat û Îskanê ya Filistînê yê li Xezzeyê daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da hezar û 252 avahiyan zirar dît û 77 avahî jî hilweşiyan.

Nacî Serhanê Alîkarê Wezîrê Xebat û Îskanê li wezaretê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê zirara êrîşên Îsraîlê yên ku hefteyekê li ser Xezzeyê dewam kir da agahî da.

Serhan got zirareke mezin çêbûye û wiha agahî da: "Di avahiyên li herêmê da 4 milyar dolar, di ekîpman û amûran da 2 milyon dolar, bi tevahî 6 milyar dolar zirar çêbû. Balafirên Îsraîlê malên sivîlan hedef girtin ku di van êrîşan da hezar û 252 avahiyan zirar dît û 77 avahî jî hilweşiyan. Di xetên telefon û ceyranê da jî zirar çêbû."

Alîkarê Wezîr Serhan bangî civaka navneteweyî kir ku bila ew sivîlan û malên wan biparêzin û rê li ber van êrîşan bigrin ku ew neyên dubarekirin.

Serhan behsa êrîşên di navbera salên 2008-2014an da çêbûn kir û got avahiyên di van êrîşan da xisar dîtine hê bi tevahî nehatine nûkirin û li Xezeyê hewcedarî heye ku her sal 14 hezar avahiyên nû bên çêkirin.

- Rageşiya dawîn a li Xezzeyê

Roja yekşemê komeke eskerên sivîl ên artêşa Îsraîlê bi wesayîtekê va derbasî Xezeyê bûbûn.

Dema hêzên Hamasê bi eskerên Îsraîlê hesiyabûn di navbera wan da pevçûn çêbûbû. Di pevçûnê da 7 Filistînî şehîd ketibûn û eskerekî Îsraîlê jî hatibû kuştin.

Piştî vê bûyerê komên Filistînî moşek avêtibûn aliyê Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî ji esman êrîşî Xezeyê kiribû.

Di van êrîşên Îsraîlê da 7 filistîniyên din jî şehîd ketibûn.

Komên Filistînî piştî hemû van bûyeran roja sêşemê daxuyandibûn bi navbeynkariya Misirê li Xezzeyê agirbest çêbûye.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2018, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE