Êrîşên terorê yên li balafirgeha Kabulê: Ji eskerên Amerîkayê 13 mirî

Hejmara eskerên Amerîkayê yên di êrîşa li Balafirgeha Kabulê da hatin kuştin derket 13an

Êrîşên terorê yên li balafirgeha Kabulê: Ji eskerên Amerîkayê 13 mirî

Mîralay Bîll Urbanê Berdeckê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku hejmara eskerên Amerîkayê yên di êrîşa terorê li Balafirgeha Kabulê da hatin kuştin derket 13an.

Urbanê Mîralay di daxuyaniyê da wiha got: "Piştî daxuyaniyê McKenzîeyê Orgeneral (Fermandarê CENTCOMê) ez dikarim bêjim ku hejmara eskerên Amerîkayê yên di êrîşa li Deriyê Abbeyê da hatin kuştin derket 13an."

Urban wekî mayîn got ku hejmara birîndaran jî derket 18an û tevahiyê wan bi teyareyê ji Efxanistanê hatin derxistin.

McKenzîeyê Fermandarê CENTCOMê di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku 12 esker hatin kuştin û 15 esker jî birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE