Êrîşên terorî yên li ser dibistanan

YPG/ PKK’ê li Afrinê êrîşî dibastana Îmam Xetîbê kir, xwendekarek mir, 12 kes birîndar bûn

Êrîşên terorî yên li ser dibistanan

Rêxistina terorî YPG/PKK hizûrê nade gelê Afrinê. Êrîşên terorî yên li dijî gelê herêmê dewam dikin. Rêxistina terorî êrîşî dibistanan jî dike. Di êrîşa herî dawî de xwendekarek mir,12 xwendekar jî birîndar bûn.

Rêxistina terorî YPG/PKK êrîşên xwe yên li Afrinê didomîne û jê re qaîde tune..

Terorîstan vê carê jî bombe avêt dibistana Imam û Xetîbiyê.

Xwendekarên ku ji bo li Türkiyê bixwînin ketibûn ezmûna YÖS’ê, rastî êrîşê hatin.

Di êrîşê de xwendekar Yasîn el Hewramî jiyana xwe ji dest da, piraniya wan xwendekar 12 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşê dibistanê ji bo 2 rojan navber da perwerdeyê.

Midûrê Îmam Xetîbê Muhammed Hesen got, Ev êrîşên terorî di demên dawî de gelek zêde bûn, ev dibistan jî cara duyemîne tê bombekirin û hin  dibistanên din jî li navenda Efrînê hatin bombekirin. Em bang dikin ku cardin wisa êrîşî dibistanan nekin, lewra heqê xwendekarên me ye jî xwendin. Ew dixwazin li derwelêt bixwînin.

Mamoste û xwendekarên dibistanê, beşdarî cenazeya xwendekarên şehîd bûn.

Di merasîma cenazeyê de nalet li rêxistina terorî anîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE