Rûsya: 34 hezar YPG/PKKyî ji herêma ewle derketin

Rûsya daxuyand ku 34 hezar mensûbên YPG/PKKya rêxistina terorê û ji 3 hezarî zêdetir çek û techîzatên eskerî ji herêma ewle hatin derxistin

Rûsya: 34 hezar YPG/PKKyî ji herêma ewle derketin

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku li gor Mitabaqata Tirkiye û Rûsyayê 34 hezar mensûbên YPG/PKKya rêxistina terorê û ji 3 hezarî zêdetir çek û techîzatên eskerî ji herêma ewle hatin derxistin.

Rêvebirê Navenda Lihevanînê ya Aliyên Sûriyeyê ya Wezareta Parastina Rûsyayê Yuriy Borenkov daxuyanî da û li ser sepandina Muxtireya Mitabaqatê ya Tirkiye û Rûsyayê sekinî.

Borenkov diyar kir ku aliyê Ûris şertên mitabaqatê bi cih anîn û wiha dewam kir, "Aliyê Rûsyayê tevdîrên Muxtireya Mitabaqatê ya Tirkiye û Rûsyayê ku dîroka wê 22yê cotmeha 2019an e, bi temamî cih anî. Ji 29ê cotmehê saet 18:00î pê va 68 yekîneyên YPGyê ku ji 34 hezar kesan pêk tê û ji 3 hezarî zêdetir sîlah û techîzatên eskerî 30 kîlomêtre ji xeta temasa Artêşa Tirkiyeyê hatine dûrxistin."

Borenkov diyar kir ku hêzên rejimê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê 84 qereqolên sînor çêkir, ji van 60 qereqol li Qamişloyê ne, 24 jî li herêma Kobanê ne.

Borenkov diyar kir ku ew aliyê Tirk der barê sepandina mitabaqatê da rojane agahdar dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE