Rûsya bû welatê herî zêde mueyîde li dijî wê hatin sepandin

Bi vî awayî hejmara mueyîdeyên ku li dijî Rûsyayê tên sepandin derket 5 hezar û 530î.

Rûsya bû welatê herî zêde mueyîde li dijî wê hatin sepandin

 Li gorî daneyên danegeha şopandina mueyîdeyên kurewî Castellum.aiyê, ji 22yê Sibatê pê Rûsya tûşî 2 hezar û 778 mueyîdeyan bû.

Bi vî awayî hejmara mueyîdeyên ku li dijî Rûsyayê tên sepandin derket 5 hezar û 530î.

Bi vê hejmarê va Rûsya ji Îrana ku li dijî wê 3 hezar û 616 mueyîde, Sûriyeya ku li dijî wê 2 hezar û 608 mueyîde û Koreya Bakur ya ku li dijî wê 2 hezar û 77 mueyîde tên sepandin, derbas bû.

Di nava welatên ku di dinyayê da li dijî wan herî zêde mueyîde tên sepandin da bi 651ê va Venezuela, bi 510an va Myanmar û 208an va Kuba jî hene. 

Ji 22yê Sibatê pê va welatê ku li dijî Rûsyayê herî zêde mueyîde sepandin Swîsre ye û hejmara wê jî 568 e. Pey Swîsreyê, bi 518 mueyîdeyan va Yekîtiya Ewropayê, bi 512 mueyîdeyan va Fransa, bi 454 mueyîdeyan va Kanada û bi 413 mueyîdeyan va jî Awistiralya tên. Amerîkayê jî ji vê dîrokê şûnda li dijî Rûsyayê 243 mueyîde sepandin.

Ji mueyîdeyên dijî Rûsyayê 2 hezar û 427 jê li dijî şexsan, 343 li dijî saziyan, 6 jê li dijî keştiyan û 2 jê jî li dijî balafiran hatin sepandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE