Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir, wan li Odessayê bi moşekên hesas hangara çekên ku ji Amerîka û welatên Ewropayê hatin Ukraynayê, îmhe kir.
Konaşenkov li ser çalakiyên ku artêşa Ûris di şerê Ukraynayê da dikin, agahî da.
Konaşenkov daxuyand ku tearûzên li Ukraynayê dewam dikin û wiha dewam kir, "Bi moşekên ‘Oniks’ê yên hesas li balafirgeha eskerî ya nêzî Odessayê hangara çekên ku ji Amerîka û welatên Ewropayê hatin Ukraynayê, hat xerabkirin, her wiha pîsta balafirgehê jî hat xerabkirin."
Bi moşekên ku ji hewa hatin avêtin va li 7 unsûrên eskerî yên Ukraynayê hatin lêxistin, di nav van da li herêmên Donetsk û Xarkîvê yekîneyên eskerî û qadê wesayîtên teknîkî û cebilxane hene.
Konaşenkov daxuyand, yekîneyên fuze û topavêj 786 hedef gulebaran kirin, di van êrîşan da 2 pergalên moşekan ên parastina esmanî ya S-300î hatin îmhekirin.
Konaşenkov ragihand pergala parastina esmanî ya Rûsyayê li herêmên cuda 12 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan îmhe kirin, moşekeke taktîkê ya Toçka-Uyê û moşekên Smerçê li hewa hatin îmhekirin.
Konaşenkov wiha dewam kir, "Heta niha 145 balafir, 112 firoke, 672 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan, 281 pergalên moşekan ên parastina esmanî, 2 hezar û 703 tank û wesayîtên bizirx, 312 roketavêjên pirlûle, 1203 obus û topên hewanê, 2 hezar û 514 wesayîtên eskerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatin îmhekirin."