"Rûsya ji bo peymaneke teze ya S-400î amade ye"

Dmitriy Peskovê Berdevkê Kremlînê:"Rûsya xwedî teknîk û îmakanan e. Rûsya ji bo pêşxistina hevkariyê li firsendan digere"

"Rûsya ji bo peymaneke teze ya S-400î amade ye"

Dmitriy Peskovê Berdevkê Kremlînê got Rûsya ji bo bi Tirkiyeyê ra seba S-400î peymaneke teze îmze bike amade ye û wiha axivî: "Rûsya xwedî teknîk û îmakanan e. Rûsya ji bo pêşxistina hevkariyê li firsendan digere."

Peskov daxuyanî da rojanmevanan û axaftina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ya dibêje Tirkiye dibe ku ji Rûsyayê S-400eke din jî bikire nirxand.

Berdevk Peskov wiha pê da çû: "Rûsya ji bo peymaneke teze amade ye. Rûsya xwedî teknîk û îmakanan e. Ya rastî Rûsya ji bo pêşxistina hevkariyê li firsendan digere. Ev pêkanîneke normal e."

Peskov got ku hevkariyên eskerî û teknîkî yên Rûsyayê parçeyekê girîng ê hevkariyên dualî ne û wiha axivî: "Dema hevkariyeke wiha were kirin têkiliyên dualî jî derdikevin asta bilind. Ev ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu gotibû heke F-35ên teyareyên şer teslîmî Tikriyeyê nekin ew ê vê hewcedariya xwe ya ji bo vê qadê ji welatekî din binînin û wiha axivîbû: "Heke Amerîka Patrîotan nede dibe ku em sibê S-400eke din jî bikirin, sîstemeke parastina hewayê ya din jî bistînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE