Rûsya: Ji bo texliyekirina sivîlan em ê li Azovstalê korîdorê vekin

Rûsya: Ji bo texliyekirina sivîlan em ê li Azovstalê korîdorê vekin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ji bo sivîlên li Fabrîqeya Metalurjiyê ya Azovstalê bên texliyekirin ew ê 3 rojan di navbera hin saetan da pevçûnan bidin rawestandin û korîdorên mirovî vekin.

Li gor daxuyaniya Wezaretê rêvebiriya Ûris ji ber rêbazên mirovî wê li Azovstalê korîdora texliyekirinê wê veke.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hêzên Çekdar ên Rûsyayê ji bo karker, jin û zarokên sivîl ji Fabrîqeya Metalurjiyê ya Azovstalê bên texliyekirin di 5,6 û 7ê gulanê da bi saeta Moskovayê ji saet 08.00î heta saet 18.00an korîdora mirovî vedike."

Hat gotin rêvebiriya Kîevê jî ev agahî daxuyand, eskerên Ûris û hêzên cudakar wê pevçûnan bidin rawestandin, ji bo sivîlan destûr wê bê dayîn ku ew herin axa Federasyona Rûsyayê an jî herêmên di destê rêvebiriya Kîevê da ne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh daxuyandibû ku ji ber ku hêzên Ukraynayê agirbesta ji bo texliyekirina sivîlên li Fabrîqeya Metalurjiyê ya Azovstalê ya Marîupolê binpê kirine wan jî dest bi êrîşan kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE