Rûsya ji Konseya Mafên Mirovan a NYê hat derxistin

Rûsya ji Konseya Mafên Mirovan a NYê hat derxistin

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (LGNY) Rûsyayê ji ber şerê li Ukraynayê da destpêkirin ji Konseya Mafên Mirovan a navenda wê li Cenewreyê ye, derxist.

Lijneya Giştî ya NYê ya ji 193 endaman pêk tê ji ber binpêkirina mafên mirovan a li Ukraynayê ji bo endamtiya Rûsyayê ya Konseya Mafên Mirovan bê rawestandin ray dan.

Di raydayînê da 93 welatan xwest ku bila Rûsya ji konseyê bê derxistin û bi vê armancê gotin erê lê 24 welat jî li dijî wê yekê sekinîn û gotin na, 58 welatan jî xwe bi tu aliyî va negirt û bê alî man.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE