Rûsya ket dewrê dorpêça rêxistina terorê YPG/PKKyê ya li ser rejima Esed a li Qamişloyê bi dawî bû

Li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li navçeya Qamişloyê, piştî ku Rûsya bû navbeynkar, dorpêça 3 rojan a rêxistina terorê YPG/PKK a li ser herêmeke eskerî ya rejima Beşar Esed bi dawî bû.

Rûsya ket dewrê dorpêça rêxistina terorê YPG/PKKyê ya li ser rejima Esed a li Qamişloyê bi dawî bû

Li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li navçeya Qamişloyê, piştî ku Rûsya bû navbeynkar, dorpêça 3 rojan a rêxistina terorê YPG/PKK a li ser herêmeke eskerî ya rejima Beşar Esed bi dawî bû.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xwemalî wergirt, li Qamişloya navçeya Hesekeyê ya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê rageşiya ku di navbera YPG/PKKyê û rejima Esed da di 3yê rêbendanê da dîsa gur bû, piştî ku Rûsya ket navberê, careke din jî danî.

Fermandarên Ûris duh êvarê li Balafirgeha Qamişloyê ligel nûnerên herdu aliyan rûniştin û herdu aliyan destgîrkirî berdan û her wiha YPG/PKKyê jî dorpêça li ser herêmeke eskerî ya rejimê ya li navenda Qamişloyê rakir.

- Rageşiyê çawa dest pê kir?

Zexta li ser YPG/PKKyê ya ji bo ku bajarokê Eyn Îsayê yê li bakurê Sûriyeyê radestî hêzên rejimê bike, bû sedem ku cardin di navbera herdu aliyan da alozî derkeve.

Rêxistina terorê li navenda navçeya Qamişloyê 28ê Berfanbara 2020î wekî bersiva zextan hinek mensûbên rejimê destgîr kirin. Li ser vê yekê hêzên rejimê jî hin mensûbên rêxistinê binçav kirin.

Rûsya di heman rojê da ket dewrê û destgîrkirî hatin berdan û rageşiyê danî. Lêbelê di 3yê rêbendanê da dîsa alozî derket.

Rêxistinê li Qamişloyê yek jê piledar 3 unsûrên rejimê destgîr kirin û hêzên ewlekariyê yên rejimê yên li navçeyê jî wekî bersiv hin mensûbên rêxistinê binçav kirin.

Li navenda Qamişloyê herêmeke eskerî ku wekî "Çargoşeya Ewlekariyê" tê zanîn û di kontrola rejima Esed da ye, 4 rojan ket di bin dorpêça rêxistina terorê YPG/PKKyê.

Piştî ku Rûsya ket dewrê, rageşî cardin bi dawî bû.

Rûsya û rejim pêkutiyê dikin ku YPG/PKK, Eyn Îsayê radestî rejimê bike.

- Rewşa li Hesekeyê

Li piraniya Hesekeyê dagiriya rêxistinê didome, lê Çiyayê Kewkeb yê li navenda bajêr, herêma "Çargoşeya Ewlekariyê" û Tûxaya 156emîn di kontrola rejima Esed da ne. Her wiha li parêzgeha Hesekeyê hin saziyên dewletê hê jî ji hêla rejimê va tên şixulandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE