Rûsya li bajarên Ukraynayê dixe

Rûsya li bajarên Ukraynayê dixe

Piştî ku Rûsyayê dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, paytext Kîev jî tê da gelek bajêr hatin bombebarankirin, Ukraynayê jî daxuyand ku wan 5 balafirên şer ên Ûris xistin.

Ji xeynî Kîevê li bajarên Harkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv û Odesayê jî li gor saeta herêmî di 04.50î da li pey hev dengê teqînan hat.

Bi taybetî li Kîevê dengê gelek teqînan hat û li bajêr sîrenan lê xist.

Hin sivîlan bajar terikand hinekan jî xwe spart îstgehên metroyan û bodromên malan.

- Apartmanê zirar dît

Di êrîşên Ûris da li bajarê Kharkivê komplekseke apartmanê zirar dît. Herî kêm kesek birîndar bû, her wiha kesek li erdê hat dîtin.

Serwîsa Mihafizên Sînor ê Dewleta Ukraynayê daxuyand ku Rûsyayê ji Belarûs û Kirimê va dijî Ukryanayê êrîş da destpêkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên Ûris ên ku Belarûs piştgiriyê dide wan êrîş kirin. Li gor daxuyaniyê dijî yekîneyên sînor êrîş hat kirin û li bajarên Luhansk, Sumi, Harkiv, Çernihiv û Jitomirê jî êrîş hatin kirin.

Her wiha hat gotin ku ji Kirimê jî êrîş hat kirin.

- Rêvebiriya awarte hat îlankirin

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy beriya êrîşê vîdeoyek parve kir û wiha got, "Heke êrîşî canê me, azadiya me, zarokên me bikin, em ê xwe biparêzin, em êrîş nakin, em ê xwe biparêzin."

Zelenskiy paşê vîdeoyeke din parve kir û diyar kir, ji ber ku Rûsya êrîşî welatê wî dike, li welatê xwe rêveberiya awarte îlan kir.

Zelenskiy daxuyand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dijî Donbasê operasyona taybet, dijî binesaziya eskerî ya Ukraynayê û mihafizên sînor êrîş da destpêkirin.

Zelenskiy daxuyand ku li gelek bajarên welatê wî dengê teqînê hat bihîstin, ji ber vê yekê wan li tevahiya welêt rêvebiriya awarte îlan kir.

Zelenskiy ji welatiyan ra got ku aram bin û ji malên xwe dernekevin.

- "Li welatên xwe rastiya li ser dagirkeriya Putîn parve bikin"

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî daxuyand ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê şerekî berfireh da destpêkirin û wiha dewam kir, "Li bajarên aştîxwaz ên Ukraynayê êrîş dewam dikin. Ukrayna wê xwe biparêze û qezenc bike. Dinya dikare Putîn bide sekinandin, divê bide sekinandin. Dem dema ketina dewrê ye."

Kuleba xwest ku demildest li dijî Rûsyayê biryarên tengavkirinê werin dayîn û bangî raya giştî ya navneteweyî kir û wiha got, "Li welatên xwe rastiya li ser dagirkeriya Putîn parve bikin û bangî hikûmetan bikin ku demildest têkevin dewrê."

- Hat daxuyandin ku balafirên şer ên Rûsyayê hatin xistin

Artêşa Ukraynayê daxuyand ku li herêma Donbasê 5 balafir û firokeyeke Rûsyayê hatin xistin.

Li herêma Donbasê hat dîtin ku li ser bajarê Kramatorskê jetên şer firîn. Şêniyên bajêr piştî êrîşên Rûsyayê tirsiyan.

Welatî li ber ATMyan ketin dorê ku pere bikişînin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE