Rûsya: Li Luhanskê kontrola bajarê Severodonetskê kete destê me

Rûsya: Li Luhanskê kontrola bajarê Severodonetskê kete destê me

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Igor Konaşenkov daxuyand li Luhanska herêma Ukraynayê kontrola bajarê Severodonetskê kete destê wan.

Konaşenkov daxuyand bi saya operasyonên hevpar ên hêzên Ûris û hêzên Komara Gel a Luhanskê bajarên Severodonetsk û Borovskoyeyê û cihûwarên Voronovo û Sirotinoyê yên li herêma Luhanskê hatin bidestxistin.

Konaşenkov got bi vî awayî rê li ber hêzên Ukraynayê hat girtin ku ew fabrîqaya Azotê wek navenda berxwedanê bi kar bînin.

Konaşenkov wiha axivî: "Bidestxistina bajarên Severodonetsk û Borovskoyeyê va hemû herêma peravê ya çepê ya Severskiy Donetsê (Çemê Donetsê) ya di nav sînorê qaşo Komara Gel a Luhanskê da ye kontrol pêk hat."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE