Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov îdia kir ku li bajarê Marîûpolê 1026 eskerên Ukraynayê çek danîn û teslîm bûn.
Konaşenkov der heqê çalakiyên eskerên Ûris ên di şerê Ukraynayê da daxuyanî da.
Di axaftina xwe da Konaşenkov ragihand ku li bajarê Marîûpolê eskerên Ukraynayê teslîm bûne û wiha domand: "Li qada tesîsa Îlyîç Metalurjî ya Marîûpolê bi saya çalakiyên serfirazî yên yekîneyên Rûsyayê û (qaşo) hêzên Komara Gel a Donetskê va 1026 eskerên girêdayî Lîwaya Behrê ya 36emîn a Ukraynayê teslîm bûn. Di nav eskerên teslîm bûn da 162 serbaz û 47 eskerên jin jî hene."
Konaşenkov got ku midaxeleyî 151 eskerên birîndar kirin û ji bo tedawiyê jî ew şandin nexweşxaneya li Marîupolê.
AA