Rûsya: Li ser daxwaza Erdogan li Marîupolê korîdara însanî hat vekirin

Hat daxuyandin li ser vê biryar hat dayîn û bi saeta Moskovayê di 3yê Nîsana 2022yan da nîvê şevê di saet 00.00î da ji Marîupolê ber bi Berdyanskê va korîdor hat vekirin.

Rûsya: Li ser daxwaza Erdogan li Marîupolê korîdara însanî hat vekirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku sivîlên Ukraynayî û welatiyên biyanî ji Marîupola bajarê Ukraynayê bên texliyekirin korîdoreke însanî hat vekirin.

Li ser hesabê Telegramê ya Wezaretê hat daxuyandin, Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn xwest ku ji bo sivîl û welatiyên biyanî ji Marîupolê bên texliyekirin rêyek bê vekirin.

Hat daxuyandin li ser vê biryar hat dayîn û bi saeta Moskovayê di 3yê Nîsana 2022yan da nîvê şevê di saet 00.00î da ji Marîupolê ber bi Berdyanskê va korîdor hat vekirin.

Hat gotin welatiyên biyanî heke bixwazin wê bikaribin ji Berdyanskê herin herêmên di destê Ukraynayê da ne, yên nexwazin jî wê bikaribin herin Kirima di destê Rûsyayê da ye.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ew ji Ukraynayê bi saeta Moskovayê heta saet 03.00î bi nivîskî belgeyekê dixwazin ku ew bibêjin ji bo texliyeyê amade ne.

Hat daxuyandin divê Ukrayna vê beyana nivîskî ya ku nîşan dide ew ê guh bide "rejima bêdengiyê" bişîne aliyê Ûris, Tirk, Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî û Komîsertiya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE