Rûsya: Me 204 balafir, 131 firoke, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx ên Ukraynayê îmhe kirin

Rûsya: Me 204 balafir, 131 firoke, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx ên Ukraynayê îmhe kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, wan heta niha 204 balafir, 131 firoke, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx ên Ukraynaîmhe kirin.

Konaşenkov der heqê çalakiyên ku eskerên Ûris di şerê Ukraynayê da kirin, daxuyanî da.

Konaşenkov destnîşan kir, yekîneyên taktîkê yên şerê esmanî 57 herêmên eskerî gulebaran kirin, li 3 navendên fermandeyê xistin.

Konaşenkov daxuyand, di encama êrîşên esmanî da ji 280yî zêdetir hêzên neteweperest ên Ukraynayî hatin berterefkirin, li herêma Xarkîvê balafireke şer a Su-25ê ya hêzên esmanî yên Ukraynayê hat xistin.

Konaşenkov destnîşan kir, wan li herêmên Xarkîv û Luhanskê li cihên cuda 7 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên Ukraynayê xistin.

Konaşenkov yekîneyên topavêj û moşekan 195 herêmên eskerî, 34 navendên kontrolê, 42 yekîneyên topavêj ên Ukraynayê dan ber guleyan, di encama van êrîşan da ji 200î zêdetir hêzên neteweperest ên Ukraynayî hatin berterefkirin.

Konaşenkov wiha dewam kir, "Heta niha me 204 balafir, 131 firoke, 1218 wesayîtên esmanî yên bêmirov, 340 pergalên moşekan ên parastina esmanî, 3 hezar û 569 tank û wesayîtên bizirx, 526 roketavêjên pirlûle, 1968 obus û topên hewanê û 3 hezar û 647 wesayîtên eskerî yên taybet ên Ukraynayê îmhe kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE