Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku wan 786 roketavêjên pir lûleyî yên artêşa Ukraynayê îmhe kirin.
Konaşenkov li paytext Moskovayê der barê çalakiyên ku artêşa Ûris di şerê dijî Ukraynayê da dikin da daxuyanî da.
Konaşenkov got ku Rûsya êrîşên xwe yên li hemberî Ukraynayê: "Me ji destpêka şer heya niha 261 balafir, 145 firoke, 1673 wesayîtên bêfirokevan, 361 pergalên moşekên asîmanî, 4 hezar û 244 tanq û wesayîtên bizirx, 786 roketavêjên pirlûleyî, 3 hezar û 251 obus û topên hawanê û 4 hezar û 696 jî wesayîtên eskerî yên taybet ên Ukraynayê îmhe kirin."AA