Rûsya êrîşên li ser Kîevê didomîne

Rûsya êrîşên li ser Kîevê didomîne

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da di roja 21emîn da dewam dike û ji ber êrîşa hêzên Ûris a li ser paytext Kîevê 2 kes birîndar bûn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê agahî da û ragihand ku perçeyên şarapnelê li avahiyeke 12 qatî ketin.

Hat gotin ku ji ber perçeyên şarapnelê agir bi avahiyê ket û zirar çêbû.

Ekîbên agirkujiyê agirê bi avahiyê ket temirandin û 2 jê birîndar 37 jî şêniyên avahiyê xilas kirin.

Hêzên Uris di rojên dawîn da êrîşên li hemberî Kîevê zêdetir kirin.

Di êrîşên duh û pêr li ser cî û warên sivîl lê ne hatin kirin da herî kêm 7 sivîl hatin kuştin.

Li Ukraynayê ji binê enkazê dibistaneke li gundê Zeleniy Gayê 7 cesed hatin derxistin

Li ser hesabê Facebookê ya Şaxa Rewşên Acil a Eyaleta Nîkolayevê hat daxuyandin ku Ûrisan di 13ê adarê da ji esman êrîşî dibistaneke gundê Zeleniy Gayê kirin.

Hat gotin ji ber êrîşê dibistanê zirareke mezin dît û xebatên enkazê ancax temam bûn.

Hat daxuyandin ji binê enkazê cesedê 7 kesan hat derxistin û 3 kes jî hatin xelaskirin.

Ukrayna: 13 hezar û 800 eskerên Ûris hatin kuştin

Ukraynayê daxuyand, ji artêşa Ûris 13 hezar û 800 esker hatin kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê zayîata artêşa Ûris ya navbera 24ê sibatê-16ê adarê da dane parve kirin.

Li gor daneyan, hêngî ku Rûsyayê êrîşî Ukranayê kiriye, ji artêşa Ûris 13 hezar û 800 esker hatin kuştin, 84 balafir, 108 firoke, 430 tank, 1375 wesayîtên bizirx, 190 top, 70 pergalên roketavêj û 43 pergalên parastina esmanî yên Ûrisan hatin îmhekirin.

Her wiha 819 wesayît, 3 tekneyên sureta kêm, 60 wesayîtên sotemeniyê û 10 ÎHAyên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE