"Rûsya şerekî ew qas mezin plan dike ku ji 1945an heta niha li Ewropayê şerekî wisa çênebûye"

"Rûsya şerekî ew qas mezin plan dike ku ji 1945an heta niha li Ewropayê şerekî wisa çênebûye"

Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ragihand, delîl nîşan didin ku Rûsya "Li Ewropayê ji sala 1945an vir va şerê herî mezin" plan dike.

Johnson roportaj da BBCyê û wiha got, "Rastî ew e ku hemû nîşane bi me dide fêmkirin ku planê ji hin aliyan va zûda dest pê kiriye."

Johnson destnîşan kir, îstixbarat nîşan dide ku Rûsya wê bi dorpêçkirina Kieva paytextê Ukraynayê dagirkeriyê bide destpêkirin, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji pêşengên Rojavayî ra got ku li gor îstixbaratê hêzên Ûris plan dikin ku ne tenê li ser rojhilatê Ukryanayê û ser Donbassê ra têkevin Ukraynayê, plan dikin ku ji herêma derdora Belarûs û Kievê ra têkevin Ukraynayê.

Johnson diyar kir, "Ez ditirsim ku plan ji 1945an vir va li Ewropayê bibe şerê herî mezin." û destnîşan kir, divê meriv ne tenê kuştina Ukraynayiyan, meriv kuştina Ûrisên ciwan jî bide ber çavên xwe û wisa tevbigere.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE