Rûsya: Zexta Rojava nikare rêvaçûna Moskovayê biguherîne

Li gorî nûçeyên çapemeniya Ûris, Vershînîn mijara mueyîdeyan ên ku welatên Rojava ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê li dijî Rûsyayê cîbicî kirin, nirxand.

Rûsya: Zexta Rojava nikare rêvaçûna Moskovayê biguherîne

Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Vershînîn diyar kir, biryara mueyîdeyan a Rojava nikare rêvaçûna Moskovayê biguherîne.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Ûris, Vershînîn mijara mueyîdeyan ên ku welatên Rojava ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê li dijî Rûsyayê cîbicî kirin, nirxand.

Vershînîn di axaftina xwe da wiha got, "Moskova dê ji Amerîka û Ewropayê daxwaza rakirina mueyîdeyan neke. Zexta Rojava dê rêvaçûna Moskovayê nikaribe biguherîne. Ev mueyîde ne biryara me ye."

Vershînîn bal kişand, Amerîka û hevkarên wê li dijî welatê wî mueyîde disepînin û dixwazin ku aboriya Rûsyayê û gelê Ûris bixin tengasiyê û wiha got, "Mueyîdeyên ku wekî amûra zextê li dijî me tê emilandin, yek nemeşrû ye, dudu bi kêr nayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE