Rûsyayê 2 hezar û 482 tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê ji navê birin

Konaşenkov destnîşan kir, balafirên şer ên Ûris li hewa 2 balafirên şer ên cure Mig-29 û yek jî cure Su-27 yên Ukraynayê daxistin, 7ê Adarê jî baregeheke eskerî ya nêzîkî Jîtomîrê bi çeka menzîldirêj a hesas va hat lêdan.

Rûsyayê 2 hezar û 482 tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê ji navê birin

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, li Ukraynayê bi tevahî 2 hezar û 482 tesîsên binesaziya eskerî hatin jinavbirin.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov di daxuyaniya xwe da diyar kir, di rojekê da artêşa Rûsyayê 158 tesîsên eskerî yên Ukraynayê ji navê birin.

Konaşenkov destnîşan kir, balafirên şer ên Ûris li hewa 2 balafirên şer ên cure Mig-29 û yek jî cure Su-27 yên Ukraynayê daxistin, 7ê Adarê jî baregeheke eskerî ya nêzîkî Jîtomîrê bi çeka menzîldirêj a hesas va hat lêdan.

Konaşenkov bal kişand ku ji destpêka operasyonê vir va 2 hezar û 482 tesîsên binesaziya eskerî yên Ukraynayê hatin jinavbirin û wiha got, "Di nava van da 87 navendên komûta û ragihandinê, 124 pergalên parastina asîmanî yên S-300, Buk M-1 û Osa û her wiha 79 îstasyonên radarê yên artêşa Ukraynayê hene. Ji xeynî van 866 tank û wesayîtên zirxî, 91 roketavêjên pirserî, 317 top, 634 wesayîtên taybet ên eskerî û 81 drone hatin jinavbirin."

Li 5 bajarên Ukraynayê korîdorên alîkariya mirovî vebûn

Berdevk Konaşenkov da bibîrxistin ku bi dema Moskovayê ji saet 10.00an pê va agirbesta berwext dest pê kir û wiha got, "Ji bo ku sivîl bi awayekî ewle ji cih û waran bên texliyekirin, li bajarên Ukraynayê Kîev, Xarkîv, Çernîgîv, Sumî û Marîupolê korîdorên alîkariya mirovî vebûn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE