Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku wan 3 balafirên xwe yên dûravêj ên bombebaranê şandin Sûriyeyê.
Wezaretê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ji Baregeha Hewayî ya Himeymîmê ya li Lazqiyaya bajarê Sûriyeyê ku aîdê Rûsyayê ye ra 3 "Ту-22М3" balafirên dûravêj ên bombebaranê hatin şandin.
Hat gotin ku balafirên bi vî rengî cara ewil e li Baregeha Hewayî ya Himeymîmê tên bicîkirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Ew balafir wê li qada esmanî ya ser Behra Spî li ser herêmên erdnîgarî yên nû wê firên perwerdehiyê bikin. Piştî perwerdehiyê wê balafir vegerin balafirgehên Rûsyayê."
AA