Ji ser hesabê Twîtterê yê Balyozxaneya Sûriyeyê ya Rûsyayê daxuyanî hat weşandin û tê da wiha hat gotin: "Artêşa Ereb a Sûriyeyê di çarçoveya şirîkatiya kar a teknîkî û eskerî ya nav welatên me da koma duyemîn a balafirên şer ên MÎG-29ê yên pêşketî ji Rûsyayê teslîm hilda."
SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed di nûçeyeke xwe ya 30yê Gulanê weşandibû û spartibû çavkaniyek eskerî da ragihandibû ku artêşa rejimê ji Federasyona Rûsyayê balafirên şer ên MÎG-29ê yên pêşketî teslîm hildaye û ew balafir jî ji serê vê mehê pê va wê li asîmanê Sûriyeyê dest bi firê bikin.
AA