Rûsyayê banga KENYyê ya ji bo sekinandina Herekata Kaniya Aştiyê asteng kir

Rûsyayê banga Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo sekinandina Herekata Kaniya Aştiyê asteng kir

Rûsyayê banga KENYyê ya ji bo sekinandina Herekata Kaniya Aştiyê asteng kir

Rûsyayê banga Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bo sekinandina Herekata Kaniya Aştiyê asteng kir.

Amerîkayê ji bo "sekinandina operasyonê" bi hinceta rîskên ewlehiyê ku mesele bi "reyên dîplomatîk" were çareserkirin xwest ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke hevpar were dayîn. 

Amerîkayê ji bo teklîfeke daxuyaniyê amade kir pêşkêşî konseyê kir. Li gor agahiyan Rûsyayê ji bo teklîfa daxuyaniyeke hevpar destûr neda. 

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan di teklîfa peşnûmayê da behsa rîskên operasyonê û ewlehiya herêmê û rîska dijî sivîlan dihat kirin. Di pêşnûmayê da dîsa hat îdiakirin ku herekata Tirkiyeyê wê zirarê bide têkoşîna dijî DEAŞê û ji ber vê divê ev hereket bê sekinandin. 

Di metnê teklîfa Amerîkayê ya duh û îro da jî ferq balê dikşîne. Di pêşnûmaya duh hatibû amadekirin, ji bo sekinandina "Herekata Kaniya Aştiyê" tu bang tunebû lê ya îro da cî girt. 

Di metnê duh da fikara Tirkiyeyê ya ji bona ewlehiya sînorên xwe anîziman duh 'meşrû' hatibû dîtin, lê di ya îro da ev peyv hat derxistin. 

Di KENYê da ji bo erêkirina pêşnûmayekê divê 15 endam raya erê bidin. AA

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE