Rûsyayê bertek nîşanî astengkirinên Amerîkayê da

"Êrîşên dijî Rûsayayê dê bêbersiv nemînin. Em bangî siyasetmedarên Amerîkayî dikin ku lîstikên astengkirinê yên ehmeq ên ku encamên wê dê sifir bin rawestînin û xweragir bin"

Rûsyayê bertek nîşanî astengkirinên Amerîkayê da

 Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê bertek nîşanî wê yekê dan ku rêveberiya Amerîkayê bi hinceta "midaxaleyî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê kirine" hin welatî û fîrmayên Ûris li lîsteya astengkirinan zêde kirin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji ber biryara astengkirinê ya rêveberiya Amerîkayê ew gelekî şaş û metelmayî man.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku hin kesên ku li lîsteya astengkirinê hatin zêdekirin, ev cara duyemîn an jî ya sêyemîn e duçarî astengkirinê dibin û wiha hat gotin, "Yên ku lîsteyên astengkirinê amade dikin, an ji şiyana xeyalê bêpar in an jî lîste tevlihev bûn."

Herwiha di daxuyaniyê da wiha hat balkişandin, "Êrîşên dijî Rûsayayê dê bêbersiv nemînin. Em bangî siyasetmedarên Amerîkayî dikin ku lîstikên astengkirinê yên ehmeq ên ku encamên wê dê sifir bin rawestînin û xweragir bin." 

Rêveberiya Amerîkayê ragihandibû ku wan, 4 fîrmayên înternetê û 7 jî şexs ên Ûris ji ber sedema "midaxaleyî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê kirine" li lîsteya astengkirinan zêde kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE