Rûsyayê bertek nîşanî biryara mueyîdeyê ya Amerîkayê da

Rûsyayê bertek nîşanî biryara mueyîdeyê ya Amerîkayê ya ku bi îdiaya "Li Sûriyeyê fînansmaniya terorê dikin" navê du şirketên Ûris û welatîyekî Ûris di lîsteya mueyîdeyan da nivîsand, da

Rûsyayê bertek nîşanî biryara mueyîdeyê ya Amerîkayê da

Amerîkayê bi îdiaya "Li Sûriyeyê şaxeke neftê ya nemeşrû ava kirine û bi vê fînansmaniya terorê dikin" navê hin şirketên Ûris û welatîyekî Ûris di lîsteya mueyîdeyan da nîşan da.

Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê li ser vê tevgera Amerîkayê bertek nîşan da.

Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin mueyîdeyên Washingtonê yên li hemberî Rûsyayê her ku diçe zêde dibin.

Hat gotin ev mueyîde êdî wisa bûne ku ketine halekî "rutîn" û ev ji ber gengeşiyên siyasî yên hundirîn ên Amerîkayê çêdibin.

Rêvebiriya Amerîkayê hat rexnekirin û di daxuyaniyê da hat gotin Amerîka divê dev ji vê fikra "Amerîka ji her tiştî ra qadir e" berde, xwe xapandin talûke ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi îdiaya "Li Sûriyeyê şaxeke neftê ya nemeşrû ava kirine û bi vê fînansmaniya terorê dikin" navê du şirketên Ûris û welatîyekî Ûris di lîsteya mueyîdeyan da nîşan dabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE