Rûsyayê daxuyand ku Marîupol bi tevahî hat bidestxistin

Rûsyayê daxuyand ku Marîupol bi tevahî hat bidestxistin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji hêzên Rûsyayê xwest ku bi ser fabrîqeya Azovstalê ya li Marîupolê da negirin û dijî eskerên Ukraynayê yên ku çekên xwe danîne baş tevbigerin.

Putîn ji Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu der barê bidestxistina Marîupola bajarê Ukraynayê û tevgerên artêşa Ûris da agahî hilda.

Şoygu got Marîupol li herêma Behra Azakê cihekî pîşesaziyê yê girîng e ku di nav 8 salan da bûye cihekî mustahkem û sitargeha nijadprestên Ukraynayî yên tundrev.

Şoygu daxuyand gelek çekên giran anîne Marîupolê û wiha axivî: "Di dorpêçiya 11ê adarê da hêzên çekdar ên Ukraynayê hejmara nijadperestan û şervanên biyanî yên bipere ji 8 hezar û 100î zêdetir bû. Di dorpêçiya bajêr da ji 4 hezarî zêdetir hatin berterefkirin. 1478 kes dîl hatin girtin. Ji 2 hezarî zêdetir jî li herêma Fabrîqeya Azovstalê hatine dorpêçkirin."

Şoygu ji 21ê adarê vir va li Marîupolê korîdor hatine vekirin ku sivîl bên texliyekirin, 142 hezar û 711 kes hatine texliyekirin.

Şoygu got li bajêr rewş aram e, operasyona li Azovstalê wê 3 an jî 4 rojan dewam bike û wiha axivî: "Îro Marîupol bi tevahî di bin kontrola artêşa Ûris û polêsên Komara Gel a Donetskê (qaşo) da ye."

- Putîn telîmat da ku bi ser fabrîqeya Azovstalê va neyê girtin

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn jî got operasyoneke eskerî ne di cih da ye û telîmat da ku bi ser fabrîqeya Azovstalê va neyê girtin.

Putîn anî ziman ew mecbur in ku tendurîstî û jiyana eskerên Ûris bifikirin û wiha axivî: "Hewce nake bikevin binê erdê vê herêma pîşesaziyê. Lê wek ku mêşek jî nikare bifire herêma pîşesaziyê bigirin."

Putîn bangî hêzên Ukraynayê kir ku ew dev ji çekên xwe berdin û wiha got: "Em careke din ji her kesê ku hê çekên xwe danenî ra dibêjin bila çekên xwe daynin. Aliyê Ûris wê li gor pergalên qanûnî yên navneteweyî jiyana wan bibexşîne û li hemberî wan baş tevbigere. Birînên wan wê bên dermankirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE