Rûsyayê dîsa li Îdlibê xist

Li gor mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifên eskerî, balafirên şer ên Rûsyayê piştî 12 rojan êrîşî cih û warên sivîlan kirin.

Rûsyayê dîsa li Îdlibê xist

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê piştî 12 rojan Rûsyayê dîsa êrîşî cih û warên sivîlan kir, sivîlek hat kuştin.

Li gor mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifên eskerî, balafirên şer ên Rûsyayê piştî 12 rojan êrîşî cih û warên sivîlan kirin.

Balafirên Rûsyayê li rojavayê bakurê Îdlibê gundên Dahir û Kefer Maresê yên li ser navçeya Derkuşê xistin.

Li gor agahiya rayedarên Parastina Sivîl a Îdlibê (Kumspî) di êrîşan da sivîlek hat kuştin.

Rejima Esed jî êrîşî navçeya Kefrenbîlê, bajaroka Cercenazê, gundên Has, Hazarîn, Rîkaya, Maar Şîmşe,Tel Mînnes, Maar Şîmarînê kir.

Ji mutabaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da jê 219 jin, 341 zarok hezar û 282 sivîl hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE