Rûsyayê dîsa êrîşî Îdlibê kir

Li gor mala çavdêriya teyareyan a mixalifên eskerî, teyareyên Rûsyayê 24 roj şûnda îro ber destê sibê 5 caran ji hewayê êrîşî Ballîseya gundê li başûrê rojhilatê Îdlibê kirin.

Rûsyayê dîsa êrîşî Îdlibê kir

Rûsyaya li Sûriyeyê piştgiriyê dide rejima Beşar Esed 24 roj şûnda dîsa ji hewayê êrîşî wargehên sivîlan ên li Îdlibê kir.

Li gor mala çavdêriya teyareyan a mixalifên eskerî, teyareyên Rûsyayê 24 roj şûnda îro ber destê sibê 5 caran ji hewayê êrîşî Ballîseya gundê li başûrê rojhilatê Îdlibê kirin.

Teyareyên şer ên Rûsyayê herî dawîn di 11ê îlonê da êrîşî Kefer Mares û Dahira gundên Derquşa navçeya li bakurê rojvayê Îdlibê kiribûn.

Rejima Esed jî êrîşên bi topan ên li ser wargehên li başûrê Îdlibê didomînin. Hêzên rejimê ber destê sibê gundên Hezarîn, Rîqaya, Şêx Mistefa û Nukeyrê xistin hedef.

Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona 2018an da mitebeqat îmze kiribûn, ji vê rojê vir da di êrîşên rejimê û Rûsyayê yên li dijî Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Hejmara kesên ji herêmên zêde êrîş dikin koçî herêmên hinekî sihêl û li sînorê Tirkiyeyê kirin derkete milyonek û 42 hezar kesî.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE