Rûsyayê ji bo hin welatiyên Tirk çarçoveya geşta bêvîze berfireh kir

Bi biryarnameya ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn îmze kir va gava ku biçin Rûsyayê dê ji welatiyên Tirk ên ku pasaportê wan ê taybet û xizmetê heye, vîze û şertê peywirdarkirinê neyê xwestin.

Li gorî biryarnameya ku bi destê Putîn hat îmzekirin, astengkirinên ji bo hin welatiyên Tirk ku sala 2015an ketibûn ber rejima vîzeyê, hatin rakirin.

Bi biryarnameya ku hat îmzekirin va ji bo kesên xwedî pasaportên taybet an jî xizmetê, ji bo endamên malbata wan û herwiha ji bo kesên ku li nûnertiyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên li Rûsyayê dixebitin, vîze û şertê peywirdarkirinê hat rakirin.

Ji xeynî vê, hat diyarkirin ku biryarname ji dîroka ku hat îmzekirin û pê va ket dewrê.

Herwiha hat destnîşankirin, biryarname bi şertê ku Tirkiye jî di çarçoveya miteqabiliyetê da heman miemeleyê ji bo welatiyên Rûs bike, hat îmzekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE