Rûsyayê ji bo rejima Esed ji rêxistina terorê YPG/PKKyê wext xwest

Li Hesekeya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê, Rûsyayê ji bo çareseriya pirsgirêka di navbera rejima Esed û rêxistina terorê YPG/PKKyê da hefteyeke din jî wext xwest.

Rûsyayê ji bo rejima Esed ji rêxistina terorê YPG/PKKyê wext xwest

Li Hesekeya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê, Rûsyayê ji bo çareseriya pirsgirêka di navbera rejima Esed û rêxistina terorê YPG/PKKyê da hefteyeke din jî wext xwest.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xwecihî sitand, Rûsya li Qamişloya li bakurê Sûriyeyê ji 8ê Rêbendanê vir va ku destgîrkirinên dualî û pevçûn rû didin, di navbera YPG/PKKyê û her wiha rejima Esed da navbeynkariyê dike.

Piştî temambûna maweya ku YPG/PKKyê dabû rejima Esed ku heta 20ê Rêbendanê ji parêzgeha Hesekeyê bi temamî vekişe û her wiha ji ber ku ji hevdîtinên li Qamişloyê jî encamek derneket, Rûsyayê ji bo rejima Esed ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hefteyeke din jî wext xwest.

Çavkaniyan diyar kir, Rûsyayê sozê wê yekê da ku di dawiya maweya hefteyekê da dê pêşniyazeke wisa bike ku herdu alî jî dê jê razî bin.

Rêxistina terorê YPG/PKKyê çendîn xalên eskerî yên rejima Esed bi dest xistibû û navenda parêzgeha Hesekeyê û herêmên eskerî yên li navenda Qamişloyê ku wekî "Çargoşeya Ewlekariyê" tên zanîn, dorpêç kiribûn.

Rojên çûyî di kontrola Rûsyayê da YPG/PKK û rejima Esed hevdîtin pêk anîbûn.

Di van hevdîtinan da YPG/PKKyê pêkutî kiribû ku rejim ji parêzgeha Hesekeyê vekişe û heger na jî ew ê darê zorê nîşan bide.

- Rewşa li Hesekeyê

Li tevahiya Hesekeyê dagiriya rêxistinê didome, lê Çiyayê Kewkeb yê li navenda bajêr, herêma "Çargoşeya Ewlekariyê" û Tûxaya 156emîn di kontrola rejima Esed da ne.

Li navenda navçeya Qamişloyê jî balafirgeh, tûxaya eskerî û herêmeke "Çargoşeya Ewlekariyê" yên rejimê hene.

Her wiha li parêzgeha Hesekeyê hin saziyên dewletê hê jî ji hêla rejimê va tên şixulandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE