Wezîrê Karê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê digel hevtayê xwe yê Amerîkayê Mîke Pompeo re axivî û di meseleya Venezuelayê da hişyarî da Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Rûsyayê hat dayîn, Lavrov û Pompeo li ser geşedanên dawî yên li Venezeuleyê diqewimin da hin îstîşare kirin.
Wezîrê Karê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov polîtîkaya Amerîkayê ya dijî Venezuelayê rexne kir û got ku divê ev mesele di serokatiya Neteweyên Yekbûyî da were çareserkirin.
Lavrov destnîşan kir ku divê Amerîka pêngavên eskerî jî tê de bi tu awayî midaxeleyî karên navxweyî yê Venezuelayê neke û di vê mijarê da hişyarî da Amerîkayê.
AA