Rûsyayê 15 caran êrîşî Hemame, Mezra û Zersura gundên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Sûriyeyê kir.
Mala çavdêriyê ya mixalifan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku 3 balafirên Rûsyayê yên ji baregeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê rabûn êrîşî Îdlibê kirin.
Balafirên Rûsyayê di êrîşa dijî gundê Zerzurê da herêma nêzî malên saziyeke civaka sivîla a ji Tirkiyeyê ji bo êtîman çêdike jî kirin. Bombeyeke balafiran 100 mêtro li nêzî malan ket.
Agahiya kuştî yan birîndaran nehat parvekirin.AA