Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Prastinê ya Rûsyayê diyar kir ku bi sîlahên hesas va li balafirgehên eskerî yên li bajarê Lutsk û Îvano-Frankîvskê yên Ukraynayê xistin.
Konaşenkov di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Volnovahaya bajarê Ukraynayê kete destê qaşo Komara Gel a Donetskê.
Konaşenkov got ku ber destê sibê bi sîlahên hesas va li balafirgehên eskerî yên li bajarê Lutsk û Îvano-Frankîvskê yên Ukraynayê xistin û berteref kirin, sîstemên fuzeyê yên parastina hewayê û balafirên Rûsyayê di nav rojekê da li 3 firokeyên Mî-24, 8 balafirên bêmirov, 107 ciyên ji depoyên cebilxaneyê û navenda kontrolê yên artêşa Ukraynayê xistin.
Konaşenkov destnîşan kir ku 3 hezar û 213 binesaziyên eskerî yên Ukraynayê berteref kirin û wiha pê da çû: "Di nav van da 98 balafir, 118 balafirên bêmirov, 1041 tank û wesayîtên bizirx, 113 roketavêj, 389 obus û topên hewanê, 843 wesayîtên eskerî yên Ukraynayê hene."
AA