Saziya Rêhesinê ya Ukraynayê ragihand ku li herêma Donetskê hêzên Rûsyayê moşek avêtin gara trênê ya bajarê Kramatorskê û ji sivîlên ku li benda texliyeyê ne ji 30yî zêdetir kes hatine kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Li ser hesabê Telegramê ya Saziya Rêhesinê ya Ukraynayê hat diyarkirin ku 2 moşek li gara trênê ya Kramatorskê ketin û li gor agahiyên ewil ji sivîlên ku li benda texliyeyê ne ji 30yî zêdetir kes hatine kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Di dîmenên ku hatin parvekirin da li garê û derdora gara trênê sivîlên ku baholên wan hene û xebatkarên garê di nava xwînê da li erdê ne.
Waliyê Donetskê Pavel Kirîlenko ragihand ku bi moşekên Îskenderê yên ku bombeyên mîsketê tê da hene dijî garê êrîş hatiye kirin.
AA