Rûsyayê peymana INFyê da sekinandin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla Navîn (INF) ya bi Amerîkayê ra dane sekinandin û got ku Amerîka peymanê binpê dike.

Rûsyayê peymana INFyê da sekinandin

 Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla Navîn (INF) ya bi Amerîkayê ra dane sekinandin.

Putîn piştî ku Amerîkayê ragihand ji peymana INFyê vekişiyaye bi Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê û Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê ra civiya.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla Navîn (INF) ya bi Amerîkayê ra dane sekinandin û got ku Amerîka peymanê binpê dike.

- Duh hatibû ragihandin

Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ragihandibû ku wê yekalî ji peymana INFyê vekişin.

Ev peyman di navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetan da di sala 1987an da hatibû îmzekirin. Gorî peymanê divê moşekên ku menzîla wan di navbera 500 û 5 hezar û 500 kîlomêtroyî da ne û guleyên nukleerî lê dikevin bên qedexekirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE