Rûsyayê ragihand li Ukraynayê 2037 tesîsên binesaziyê yên eskerî îmhe kirin

Konaşenkov destnîşan kir ku artêşa Ûris li Jîtomîrê depoyeke tê da NLAW û Javelîn a pergalên antîtank hebûn, îmhe kirin.

Rûsyayê ragihand li Ukraynayê 2037 tesîsên binesaziyê yên eskerî îmhe kirin

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku li Ukraynayê bi tevahî 2037 tesîsên binesaziyê yên eskerî hatin îmhekirin.

Konaşenkov destnîşan kir ku artêşa Ûris li Jîtomîrê depoyeke tê da NLAW û Javelîn a pergalên antîtank hebûn, îmhe kirin.

Konaşenkov ragihand ku artêşa Ûris li Ukraynayê pêş dikeve, çembera dora bajarê Marîupolê teng kir û Konaşenkov, Prîbrajenka, Komsomolskoye, Zagornoye, Dorojniyanka, Reşetilovskoye, Konstantinovka, Şevçenko, Çubarevka, Proletarska û Lyubîmovkayê zeft kir.

Konaşenkov daxuyand ku ew îmhekirina tesîsên binesaziyê yên Ukraynayê dewam dike û wiha domand: "Ji destpêka operasyonê heta niha bi tevahî 2037 tesîsên binesaziyê yên eskerî hatin îmhekirin. 66 balafir, 708 tank û wesayîtên bizirx, 74 roketavêj, 261 topavêjên hewanê, û 56 jî wesayîtên bêmirov ên esmanî (ÎHA) hatin îmhekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE